Di seqazanistî da, nixte ji hemî coreyên peytbûn anko xestbûna hilma av a baspehirê ko bibit sedema barîna wê hilmê bi ser erdî ra dihêt gotin. Nixte hingî rû didit ko baspehir bi hilma avê têr dibit û ew hilm peyt anko xest dibit û bi ser erdî dibarit. Nixteyê gelek şikil anko form hene: baran, befir anko berf, şlove anko têkhileka baran û befirê, terig anko gijlok, xûsar û xunav. Nixte qonaxeka girin ji gera avê ye û serûkaniya piranî ya ava ser rûyê erdî ji nixteyê ye. Her sal zêdetir ji 505,000 kîlometirên sêca (km³) nixte dibarit, 398,000 km³ ji wê li ser okyanîsan dibarin.
Sê coreyên serekî yên nixteyî hene:
Dema bayê gerim û ter ber bi jor hildiçit hilma avê peyt dibit. Bi vî awayî ewir peyda dibin û eger peytbûn berdewam bikit, peşikên avê mezintir dibin û nixte dibarit.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |